Talîbanê yekem car paytexta eyaletekê xist bin kontrola xwe

06 August 2021 20:58 0 dîtin
Talîbanê yekem car paytexta eyaletekê xist bin kontrola xwe

PeyamaKurd – Çekdarên Tevgera Talîban a Afganistanê piştî vekişîna Amerîkayê, cara yekem navenda eyaleteke Afganistanî xistin bin kontrola xwe.

Hat ragihandin ku Tevgera Talîban pêşveçûna leşkerî ya li nav erda Afganistanê berdewam dike û herî dawî jî yekem car paytexteke eyaleteke welat xistiye bin kontrola xwe.

Li gorî ragihandina polîsê eyaleta Nemruzê, Talîbanê paytexta eyaletê Zaranc xistiye bin kontrola xwe û hikûmeta Afgan nekariye teqwîyeya pêwîst bigihîne herêmê.