Serkirdeyê PDK-Sê: Amerîka heta bi ENKSê re li hev nekin pistgiriya siyasî nade PYDê

13 September 2021 19:06 0 dîtin
Serkirdeyê PDK-Sê: Amerîka heta bi ENKSê re li hev nekin pistgiriya siyasî nade PYDê

PeyamaKurd – Serkirdeyê Partiya Demorata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Nafih Ebdullah got ku Amerîkayê ji PYDê re gotiye heta ew ENKS re li hev nekin ew alîkariya PYDê nakin.

Serkirdeyê PDK-Sê Nafih Ebdullah derbarê danûstandinên PYD û ENKSê yên hatine rawestandin ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew hêvîdar bûn danûstandinên aliyên kurdî di demek kurt de bigihîjîn encamê lê hin tiştên nû derketine pêş ku yek ji wan erka nûnerê Amerîka li Sûriyê yê çavdêriya danûstandinan dikir xilas bûye û ya din jî hilbijartinên Amerîka û guhertina hikûmeta Amerîka bû.

Ebdullah got, Amerîka tenê di şerê DAIŞê de alîkariya PYDê dike, alîkariya siyasî bi rêkeftina PYD û ENKSê ve girê dide û bal kişand ser ku çend roj berê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka Joey Hood bi desteya serokatiya ENKSê re civiyaye û wê bi Mezlûm Ebdî û partiyên nêzîkî PYDê re jî hevdîtinan bike û paşê danûstandinan bide destpêkirin.

Nafih Ebdullah herwiha daye zanîn ku ENKS di wê baweriyê de ye danûstandinên aliyên kurdî xwedî armanceke stratejîk ya girîng e ji bo gihîştina rêkeftineke berfireh û pêkhatina aramiya siyasî û aborî û ewlehî li deverê. Lê aliyê beramber danûstandinan wek taktîk ji bo sûd wergirtin ji demê bikar tîne.

Ebdullah diyar kiriye, danûstandin bi sûda PYDê nînin ji ber wê jî ew partî rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ku girêdayî PKKê ye, ji bo têkdana danûstandin û rêkeftina bi ENKSê û partiyên endamên wê re bikar tîne.