Serok Barzanî: Alimên Kurdistanê di hizra netewî de xwedî roleke mezin in

21 September 2020 14:25 0 dîtin
Serok Barzanî: Alimên Kurdistanê di hizra netewî de xwedî roleke mezin in

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî 50emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi peyamekê pîroz kir û got: “Pêzanîna min heye ji bo rola bilind a mamosteyên olî di qonaxên cuda ên gelê me de, çi di warê belavkirina baweriyên xwedanasî û kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê de.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya derbasbûna pêncî salî bi ser damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiya germ li endamên Nivîsgeha Cibicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û tevahiya mamosteyên ola îslamê ya pîroz li Kurdistanê dikim.”

Di berdewama peyamê de Serok Barzanî destnîşan kir: “Pêzanîna min heye ji bo rola bilind a mamosteyên olî di qonaxên cuda ên gelê me de, çi di warê belavkirina baweriyên xwedanasî û kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê û herwiha rûbirûbûna hizra tundrewî û înkarê di nava xelkê Kurdistanê de. Ji bilî wê jî, rola mamosteyan û zanayên mezin ên kurd ên ola îslamê di hêzkirina hizra netewî û niştimanperwerî û qebûlnekirina stemkariyê di dîroka miletê me de berçav û diyar e û di wê riyê de jî qurbanî dane.

Serok Barzanî wiha domand: “Her dem û di hemû qonax û rikeberiyan de, ew çaveriya ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û tevahiya mamoste û peyayên mezin ên olî yên Kurdistanê heye, bi rola xwe ya pîroz ji bo hişyarkirina civakê û belavkirina ferhenga mirovsalarî û miyanrew û kûrkirina hesta niştimanperwerî berdewam bin.

Di dawiya peyamê de hat gotin: “Di vê bîranînê de hêviya serkeftinê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê re di erk û karên wan de dixwazim ku di jiyan û çarenivîsa gelê me de erk û karên pîroz dikin û bi bandor in.”