Serok Barzanî: “Alimên têkoserên doza Kurdistanê rêzgirtinê heq dikin”
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku alimên di têkoşîna xelkê Kurdistanê de, bar girtine ser milên xwe, rêzgirtinê heq kirine. Serok Barzanî di 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Alimên Îslamî yên Kurdistanê de peyamekî belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got ku rêxistina Yekîtiya Alimên Îslamî yên Kurdistanê, di dema serokê mezin Mele Mistefa Barzanî de hatiye avakirin. Barzanî di salvegerê de, endam û berpirsiyarên rêxistinê pîroz kir û balê kişand ser rola aliman ya di pêşdeçûna têkoşîna şoreşa xelkê Kurdistanê de, yekîtî, xweşbîniya pêkvejiyanê û girîngiya rola wan ya di seha siyasî de. Barzanî got ku di her dewrê de alim rola xwe ya qedirbiha leyîstine û di demên zor de derbas bûne û rêzgirtina herkesî heq kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin