Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanya re rewsa Rojava û koçberan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 23yê Cotmehê li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtina ku James Thornton Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên ligel Kurdistan û Iraqê ragihand.
Di hevdîtinê de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û koçberên ji ber şer cih û warên xwe berdane, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî yên li ser asta herêmî û navdewletî û nirxandina gefa serhildana DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de bi hûrî behsa rewşa Rojava û hatina lehiya nû ya penaberan ji Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê hat kirin û herrdu aliyan dijayetiya xwe ji bo egera guherîna demografya Rojavayê Kurdistanê ragihand û ji bo wê yekê bi baş zanî ew penaber ji tirsa şer navçeyên xwe bi cih dihêlin.
Her li nav axa Sûriye û li cîheke aram ya nêzîkî sînor, wargeh ji bo wan dirust kirin û civaka navdewletî jî hevkariya bilez ji bo wan dabîn bike. Herwiha herdu alî hevrê bûn ku ew rewşa aloza niha ziyanê bi hewlên hevbeş ên dijî terorê digihîne û metirsiya serhildana DAIŞ li Sûriye û Iraqê zêdetir dike.
Herwiha behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate kirin û herdu alî hevrê bûn ku pêwîste daxwaziyên rewa yên hemwelatiyan bêne bi cihkirin û projeya xizmetguzariya li navçeyên navîn û Iraqê bêne bicihkirin û rewşa jiyana xelkê bê baştir kirin.
Serok Barzanî tekez kir ku nabe rê bidin wan şaşî û kêmasiyên berê û bixin stûyê hikûmeta niha ya Iraqê û ewên ku bi xwe sedema gendelî û kêmasiyan bûne siwarê lehiya neraziya xelkê bin û bixwazin ziyanê bi kabîneya Dr Adil Abdulmehdî bigihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin