Serok Barzanî bi Mistefa Kazimî re axivî: Ew êrîs destdirêjiyeke tirsonekî ye

07 November 2021 16:44 0 dîtin
Serok Barzanî bi Mistefa Kazimî re axivî: Ew êrîs destdirêjiyeke tirsonekî ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê bi rêya telefonê pêwendî bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anî û dubare hewla kuştina wî şermezar kir.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku Serok Barzanî ji ber êrîşa vê sibehê li ser mala Kazimî û hewla kuştina wî, telefonî wî kiriye û dubare ew êrîş şermezar kiriye û ew êrîş “destdirêjiyeke tirsonek” bi nav kiriye.

Serok Barazanî berî pêwendiya telefonî jî bi peyameke nivîskî êrîşa ser mala wî û hewla kuştina wî bi tundî şermezar kiribû.

Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê îro barbangê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina ewlehiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, êrîş bi riya droneyan li ser mala Kazimî hatiye kirin û ti ziyanên canî çênebûne û aliyên ewlehiyê dest bi lêkolînên di vê êrîşê de kirine.