Serok Barzanî bi sanda Fransî re civiya: 'Fransa her tim dosteke mezin a Kurdistanê ye'

13 March 2023 19:53 0 dîtin
Serok Barzanî bi sanda Fransî re civiya: 'Fransa her tim dosteke mezin a Kurdistanê ye'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê 13ê Adarê pêşwazî li şandeke Federasyona Nîştimanî ya Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir ku ji Sekreter Philippe Dularb, Senator Louis Duvernois û General Thenodor Arfara pêk hatibû.

Baregeha Barzanî eşkere kir, di hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo têkoşîn, xebat û qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ji Serok Barzanî re anî ziman û tekezî li ser berdewamiya dostanî, pêwendî û biratiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de kir.

Şanda mêvan bi mebesta berzgirtina têkoşîna Pêşmerge û berfirekirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de hin bîr û pêşniyar pêşkêş kirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de Serok Barzanî dostaniya gelê Kurdistanê û gel û hikûmetên Fransa bi dîrokî û dêrîn nirxand û ji bilî bal kişandina ser çend mînakên dîrokî û serdanên Serok Hollande û Macron, spasiya gel û dewleta Fransa kir ku her tim piştgir û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bûne.