Serok Barzanî bi sanda UNAMI re civiya û spasiya rola rêxistinên NY kir

15 November 2023 20:27 0 dîtin
Serok Barzanî bi sanda UNAMI re civiya û spasiya rola rêxistinên NY kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Mijdarê, bi Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a bi erkê şandeya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) Volker Perthes û şanda pê re kir.

Piştî hevdîtinê hate ragihandin, Volker Perses armanca serdana xwe ya bo Iraqê û plana pêdaçûna bi erk û karên tîmên Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û hevahengiya ligel Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala bê de nirxand.

Serok Barzanî spasiya rêxistinên NY kir ku di salên borî de, roleke baş di alîkariya proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina kirîzan de lîstine.

Serok Barzanî behsa dîroka destwerdanên herêmî di Iraqê de, hizra tundrewî, mezhebî û êş û azarên bi serê gelê Kurd û Iraqê de hatine kir.

Herwiha Serok Barzanî daxwaz kir ku arîşeyên Iraqê di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin û destnîşan kir ku amadebûna rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û berdewamiya karê wê dê bibe alîkar ji bo baştirkirina proseya siyasî, pêkanîna aramiyê li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan.