Serok Barzanî bi serokê konseya darazê ya bilind ya ya Iraqê bi Faîq Zeydan re civiya

03 July 2024 22:21 0 dîtin
Serok Barzanî bi serokê konseya darazê ya bilind ya ya Iraqê bi Faîq Zeydan re civiya

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova seredana xwe ya Bexdayê de bi serokê konseya darazê ya bilind ya Iraqê bi Faîq Zeydan re civiya. Di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên navbera partiyan û li ser pêşdeçûnên herêmê axifîn.

Ragihandin ji aliyê ofîsa serok Barzanî de hat kirin ku ev 6 sale serok Barzanî neçûye Bexdayê. Li gor ragihandina Rûdawê; Barzanî di hevdîtinên xwe de wê li ser mehaneyên memûrên Kurdistanê, qanûna petrol û xazê, hilbijartin û li Kerkûkê avakirina rêvebiriyeka nûh wê mijarên wan bin.

Mijara Şengalê her weha mijarekî dinê ye ku wê serok Barzanî bi rêvebirên Iraqê re biaxife.