Serok Barzanî Cejna Qewiltas a Kurdên Kakeyî pîroz kir...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qewiltas a Kakeyîyan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Kurdên Kakeyî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ez hêvî dikim cejna xwe di xweşî û bextewariyê de bikin û ev cejn bibe havêna xêr û bereketê."
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina Cejna Qewiltasê, ez pîrozbahiyên herî germ li xwişk û birayên Kakeyî û hemû Yarsanan ên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim cejna xwe di xweşî û bextewariyê de bikin û ev cejn bibe havêna xêr û bereketê.
Di vê boneyê de ez hêviya kûrtirbûna ferhenga pêkvejiyan û aştî û bextewariyê ji bo pêkhateyên Kurdistanê dixwazim.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
17ê Çileya 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin