Serok Barzanî di salvegera destpêka Dengê Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê wesand
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera Dengê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku Radyoya Dengê Kurdistanê dengê zelal ê şoreş û Pêşmergeyan gihandiye xelkê Kurdistan û cîhanê.
Deqa peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi vî rengî ye:
Birêz Birêveber û Karmendên Radyoya Dengê Kurdistanê
Bi helkefta pêncih û şeşemîn salvegera destpêka pexşa Dengê Kurdistana Iraqê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û wan hemû xebatgêr û têkoşeran dikim ku di dema karkirina Radyoya Dengê Kurdistanê zehmetiyê kişandin û dengê zelalê şoreş û Pêşmergeyan bi xelkê Kurdistan û cîhanê gihandine.
Radyoya Dengê Kurdistanê werçerxanek bû li xebata rizgarîxwaziya gelê me û pirekî bi hêz li navbera şoreş û xelkê û Pêşmerge û cemawerê Kurdistanê bû. Radyoya Dengê Kurdistanê her dem cihê hêvî û moral bilindkirinê bûye. Li hemû qonaxan da jî amrazê bi hêz yê hişyarkirina xelk û berevanîkirina mafên rewayên gelê Kurdistanê bûye.
Li vê salvegera pîroz da ew çaverêyî li we yên birêz û xweşdivî heye ku bi awayeke çalaktir berdewam bin li gihandina peyama azadîxwazî û pêkvejiyan û avadanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û li heman demî de jî sedemek bin ji bo pêdana hişyarî û berçavrûniya xelk û bi taybet nifşa nû û bihêzkirina hestên niştimanperwerî û xizmetkirina welat.
Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim û bimînin ji bo Kurd û Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin