Serok Barzanî: Dijminên Kurda ji perçebûna Kurda fêde dibînin
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di roja duyem ya merasima vekirina muza netewî ya Barzanî de axaftinekî kir û got ku ew dixwazin germbûna neyînî ya nevbara Kurdan ji ortê rakin û bi hêvîne ku pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Bexdayê de çareser bikin. Serok Barzanî di dewama axaftina xwe de got:
“Beşekî ji dîroka me ji aliyê dijminên me de hatiye nivîsandin û di gelek ciyan de bi zanîn şaş hatiye nivîsandin. Dijminên me ji perçebûna me fêde dibînin. Sedema avakirina muza Barzanî ya netewî ji bo parastina dîroka milletê Kurd e.
Dijminên me li me zilmê kirine û milletê me jî xwe parastiye. Divê pirsgirêkên nav herêma Kurdistanê bên şareserkirin. Hêvî dikim ku partiyên me yên siyasî werin cem hev û hêviyên dijminên me bişkênin.
Ji nav milletê me qehremanên wisa derketine, ev millet têkoşînekî wisa daye, ez li wan kesên ku dixwazain dîroka me şaş nîşan bidin, şaş dimînim. Heya qedr û qiymetên me yên baweriyê hebin, em ê karibin tekrar û tekrar rabin ser lingan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin