Serok Barzanî: Divê em rê nedin hewlên bêrêzîya li gelê Kurdistanê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li Selaheddîn bi Endamên Rêxistina Newekanî (Neviyên) Eylûl ya li sînorê Liqa 26ê Gulan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re civiya.
Serok Barzanî di civînê de destnîşan kir, pêwîste bihayên gelê Kurd zindî bên girtin û wekî erkê hemû aliyekî rê nedin hewlên bêrêzîkirina serweriya gelê Kurdistanê.
Di vê civînê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Rêxistina Newekanî Eylûl kir ku li beranber wan kar û çalakiyên li devera Balekayetî ya ji bo parastin û nûjenkirina şûnewar û bîranînên Şoreşa Eylûl encam dane û bi erkekî pîroz da zanîn û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.
Herwiha li dirêjahiya vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser parastina wan biha û destkeftan kir ku bi xwîn û xebata mîlletê me pêk hatine û ragihand, “Pêwîste bihayên gelê me bi zîndî rabigirin û erkê me hemû aliyeke jî ku rûbirûyê wan hewlan bibin ku armanca wan têkdana çand û bihayan û bêrêzîkirine bi serweriyên gelê Kurdistanê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin