Serok Barzanî: Divê hemû alî li ser parastina Herêma Kurdistanê li hev bikin
PeyamaKurd – Serok Barzanî got, divê hemû alî li ser parastin û bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê li hev bikin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amêdiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ligel Pêşmerge, xwediyê medalyaya Barzanî, berpirsên raya giştî, nûnerên pêkhateyan, rêveberên partiyan, rêveberên îdarî û raya giştî civiya.
Serok Barzanî jî ku li vir gotarek pêşkêş kir, balkişand li ser tekoşîna herêmê di qonaxên şoreşgerî de û berdêlên ku dane, hewlên gelê herêmê bilind nirxand û got ku, ew li vir bo guhdana daxwaz û pirsgirêkên xelkê hatine.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din xizmetkarên gel bin û got: “Aliyên peywendîdar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dane û berdewam in heta ku pêşketin û xizmet bigihe devera Amêdiyê.
Serok Barzanî diyar kir, ji ber rewşa ewlehiyê ya Amediyê hinek pirsgirêk hene û got, “Ji ber ku ji ber faktora ewlehiyê xizmetguzarî ji bo hinek gund û deverên vê herêmê nayên kirin. Ev jî bûye sedema kêmbûna derfetên kar li herêmê û lawazbûna sektorê.
Serok Barzanî di derbarê dîroka pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî kurtiyek kurt pêşkêş kir û got: “Emê li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewam bin. Ji bo vê yekê hevdîtinên demdirêj tên kirin û em ji çareseriyê geşbîn in.”
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêwîste lihevkirin û destûr were şopandin û aliyên iraqî rêz li pirensîpên şeraket û hevsengî û pêkvejiyan bigirin.
Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî kir û got:
Nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de xwezayî ye, lê divê hemû alî li ser parastin û bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê, berjewendiyên Herêma Kurdistanê û welatiyan li hev bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin