'Serok Barzanî got, heta sax bim ezê berevaniya Singalê û êzidiyan bikim'

04 August 2019 15:02 0 dîtin
'Serok Barzanî got, heta sax bim ezê berevaniya Singalê û êzidiyan bikim'

PeyamaKurd - Mîrê kurdên êzîdî li Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg di gotara xwe ya merasîma bîranîna Komkujiya Êzidiyên Şingalê de, bal kişand ser hevdîtina xwe ya piştî du rojan a karesata Şingalê bi Serok Mesûd Barzanî re.

Mîrê Kurdên Êzidî got ku Serok Mesûd Barzanî di wê hevdîtina Baba Şêx û çend endamên cıvata rûhanî ya êzidiyan tê bûn de, gotiye, “Heta ez sax bim êzîdiyan ji bîr nakim û dê berevaniyê li êzîdiyan, Şingal û çiyayê Şingalê bikim.”

Di merasima ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnera NY li Iraqê û gelek kesayetên din beşdarî kirin de, Mîr Hazim Beg jî gotarek pêşkêş kir û da xuyakirin, fermana ku pênc sal berê bi ser êzîdiyan de hat û wîjdana cîhanê hejand, heta niha jî didome, ji ber ku heta niha jî 350 hezar êzîdî di nav kampan de dijîn û ji warê xwe dûr in. Sê hezar û 500 keç û jinên êzîdî di destê DAIŞê de ne.