Serok Barzanî: Her dema PDK bi hêz bûye Kurdistan jî bi hêz bûye
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tîrmehê bi hejmarek rêxistinên liq û navçeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.
Baregeha Barzanî ragihand, Serok Barzanî di civînê de spasiya ked û xebata endam û kadroyên PDKê kir ku di qonaxên curbicur de bi xweragiriya xwe, bûne hêviyên gelê Kurd.
Serok Barzanî bal kişand ser dîroka PDKê û tekezî li ser wê yekê kir ku PDK ji bo vejandina hêvî û xwebaweriya gelê Kurd ava bûye û amûrek e ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û her dema PDK bihêz bûbe, Kurdistan jî bihêz bûye.
Serok Barzanî di beşeke din gotara xwe de behsa serdana xwe ya hefteya borî bo Bexdayê kir û hokarên serdan û hevdîtinên xwe yên bi aliyên Iraqî re eşkere kirin.
Herwiha Serok Barzanî derbarê rewşa rêxistinên navxwe yên PDKê de ronî û rênimayiyên pêwîst ji beşdaran re pêşkêşî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin