Serok Barzanî: Wê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin

17 February 2022 15:33 0 dîtin
Serok Barzanî: Wê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Sibata 2022an roja Pêncşemê pêşwazîya Balyozê Îtalya yê li Iraqê Maurizio Greganti kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota tê de amade bû de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêngavên destûrî yên piştî rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iarqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî hatin kirin.

Balyozê Îtalyayê pêzanîna xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de nîşan da û tekez kir ku Îtalya ligel hevpeymanan di piştevaniya Pêşmerge û hêzên Iraqî de berdewam dibe.

Herwiha di hevdîtinê de, ji bilî balkişandina ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan, tekezî li pêşvebirin û kûrkirina dostaniya gelê Kurdistanê û gelê Îtalyayê û bihêzkirina pêwendiyên Îtalya û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Di beşeke din a civînê de, rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn û Serok Barzanî tekez kir, hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê dê dema xwe de bê kirin.