Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Rûsyayê yê Ii raqê kir

04 July 2024 09:05 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Rûsyayê yê Ii raqê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ligel Balyozê Rûsya li Iraqê Îlyberus Kudraşov rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Rûsyayê gotûbêj kir.

Doh 03.07.2024ê di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê paytexta Iraqê de, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Kudraşov kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî de hat gotin, "Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê, hevdîtinên xwe yên li gel aliyên siyasî yên Iraqê û niyeta xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji şandeya mêvan re şîrove kir.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Rûsyayê li Iraqê Kudraşov ragihandiye, ku welatê wî alîgirê aramiya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Herwiha hat ragihandin ku di civînê de guhertin û pêşhatên herêmî û metirsiyên li ser aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.