Serok Barzanî pêswazî li sanda bilind a Brîtanyayê kir: Brîtanya dixwaze di çareseriyê de rol bistîne!

05 May 2021 17:05 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li sanda bilind a Brîtanyayê kir: Brîtanya dixwaze di çareseriyê de rol bistîne!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Gulanê pêşwazî li şanda bi seroktiya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Marşal Sammy Sampson kir.

Di şanda Brîtanî de Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û Konsolê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton û hejmarek şêwirmendên serbazî yên Brîtanya amadehî kirin.

Piştî civînê hat ragihandin, di vê civînê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed û Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, şanda mêvan tekezî li wê yekê kir ku aramî geşbûna Herêma Kurdistanê û ji aliyê Brîtanya ve girîngiya xwe ya zêde heye, ewe jî xisterû ku Brîtanya xwazyarê ewe ye li çareserkirina kêşeyan û derbaskirina gefên li ber Iraq û Herêma Kurdistanê rola xwe bibîne.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên terorê hatin nirxandin û di derbarê rûbirûbûna DAIŞê de Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku raste DAIŞ li rûyê serbazî ve têkşikaye lê belê nehiştina DAIŞê hewla hemû aliyane ku pêwîste û divê ew sedem jî nemînin ku bûne sedema serhildana DAIŞê û pêwîst e li rûyê fikrî û aborî û civakî ve jî şerê terorê bê kirin.