Serok Barzanî pêswazî li Sekreterê Gistî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt kir

11 April 2021 13:04 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Sekreterê Gistî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û şanda ligel wî kir ku serdana Kurdistanê dikin.

Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt armanca serdana xwe ji bo Iraqê û hevdîtina wî ligel serokatiyên Iraqê ji Serok Barzanî re diyar kir.

El Xeyt hêviya wê yekê jî xwest ku Iraq bikare dûrî destêwerdana derveyî ber bi aramiyê ve biçe û tekezî li girîngiya pêwendiyên di navbera welatên erebî û Iraqê de kir.

Di wê civînê de, her du aliyan zehmetiyên li pêş projeya siyasî ya Iraqê, pêkvejiyanê û çespandina bingeha hevpariyê li Iraqî guftûgo kirin.

Gef û metirsiyên terorê û hizra tundrewiyê li ser Iraqî û welatên navçeyê, tewereke din a hevdîtinê bû.