Serok Barzanî pêswazî li Serokê Demkî yê Parlamentoya Iraqê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 4ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlamentoya Iraqê) Mehmûd Meşhedanî kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî hilbijartinê û çawaniya birêveçûna yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û eger û pêşhatên siyasî de danûstandina bîr û ramanan hat kirin.
Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser bicîkirina her sê prensîbên hevbeşî, li hevkirin û hevsengiyê û berçavgirtina maf û para welatiyan û pêkhatên Iraqê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin