Serok Barzanî peyam ji Pûtîn re sand

26 December 2024 17:00 0 dîtin
Serok Barzanî peyam ji Pûtîn re sand

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî bi rêya Konsulxaneya Rûsya ya li Herêma Kurdistanê, peyamek pêşkeşî Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kiriye.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî, li ser rûpela xwe ya Facebookê wêneyekî serdaneke îro 26.012.2024, ya bo Konsulxaneya Rûsyayê li Hewlêrê belav kir.

Hewramî di nivîsa bin wêne de dibêje: “Serdana Konsulê Giştî yê Rûsyayê bo gihandina peyama Serok Barzanî bi birêz Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn.”

Derbarê naveroka peyamê de agahî nehate belavkirin.