Serok Barzanî, sandek ji hikûmeta Brîtanyayê qebûl kir

01 March 2023 15:30 0 dîtin
Serok Barzanî, sandek ji hikûmeta Brîtanyayê qebûl kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî îro pêşwaziya şandeke Hikûmeta Berîtanyayê qebûl kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku şanda bi Serokatiya Wezîrê Kar û barên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, Başûrê Asyayê û Netewên Yekgirtî Lord Ehmed pêk hat û hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de Balyozê Brîtanyayê Iraqê Mark Bryson Richardson û Konsula Brîtanyayê ya Hewlêrê Rosie Cave jî amade bûn.

Hat diyarkirin ku Lord Ehmed pêzanînên xwe ji bo tekoşîna Serok Barzanî nîşan da û bal kişand ser rol û bandora Serok Barzanî ya pêkanîna aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û vê sekina Serok Barzanî bilind nirxand.

Di dewama agahiyên ku hatin parvekirin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de gotûbêj hatine kirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku di beşeke din a civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de hat gotûbêjkirin û hat eşkerekirin ku Serok Barzanî bal kişand ser hilbijartinan û da zanîn ku divê îsal hevdîtin bên kirin.

Di dawiya agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de mijareke din a vê hevdîtinê bûye û aliyan li ser bipêşxistina wan pêwendiyan tekezî kirine.