Serok Barzanî û berpirsên Kurdistanê besdarî bernameya ligel fermandarên Amerîkî dibin

28 April 2021 15:30 0 dîtin
Serok Barzanî û berpirsên Kurdistanê besdarî bernameya ligel fermandarên Amerîkî dibin

PeyamaKurd - Bi beşdariya serok Mesûd Barzanî û hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirs û fermandarên artêşa Amerîkayê yên berê, bernameyeke taybet a online bo 30emîn salvegera ragihandina “herêma aram a nefirînê” li Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.

Bername îro 28ê Nîsanê li demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê bi awayê online dest pê dike û bi zindî tê weşandin.

Kesên beşdarên bernameya taybet ev in:

Serok Mesûd Barzanî

Jamed Baker, wezîrê derve yê Amerîkayê yê pêştir

Brett McGurk, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn

Fermandar John Abizaid, fermandarê xanenişînkirî yê artêşa Amerîkayê

Fermandar Jay Garner, fermandarê xanenişînkirî yê artêşa Amerîkayê

Fermandar James Johns, fermandarê xanenişînkirî yê artêşa Amerîkayê

Beyan Samî Ebdurehman, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê