Serok Barzanî û Sadr bi telefonê axifîn

24 March 2022 01:20 0 dîtin
Serok Barzanî û Sadr bi telefonê axifîn

PeyamaKurd – Baregeha Muqteda Es-Sadr ragihand ku serok Mesûd Barzanî û Muqteda Es- Sadr bi telefonê axifîne. Hat ragihandin ku bi sedema avakirina “Hevkariya Rizgariya Netewî” ya di navbera PDK ê, Tevgera Sadr û Erebên Sunnî de, serok Barzanî Sadr pîroz kiriye. Sadr jî bi heman şêweyê serok Mesûd Barzanî pîroz kiriye.

Di 23 yê adarê de an ku îro PDK, Tevgera Sadr û Koalîsyona Siyade “Hevkariya Rizgariya Netewî” ava kirin û namzedên xwe ji bo serokkomariya Iraqê Rêber Ahmed û ji bo serokwezîrtiyê Cafer Sadr ragihandin.