Serok Barzanî û Sadr li ser avakirina hukumata nû axifîn
PeyamaKurd – Serokê rewtê (tevgera) Sadr Muqteda El Sadr li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê geriya. Di axaftinê de her dû teref li ser lezandina avakirina hukumateka ku piraniya netewe bixe nav xwe hemfikir man. Ji baregeha serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî weha hat ragihandin:
“Serokê Rewtê Sadr Muqteda El Sadr îro 5 ê sibatê bi telefonê li serok Barzanî geriya.”
Di axaftina her dû terefan de hukumata nû ya ku bê damezrandin, divê daxwazên xelkê bicîh bîne, mafê xelkê biparêze, aştî û refaha xelkê karibe bicîh bîne, behsa hevkariya stratejîk kirine. Her dû alî ji bo bilez hukumata nû avabikin, divê gavan bavêjin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin