Serokê Herêmê 'Enfala Barzaniyan' bi bîr anî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 41emîn salvegera Enfala Barzanîyan peyameke bêranînê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Em îro 8 hezar xort, extiyar û zilamên Barzanî yên ku ji 31ê Tîrmehê heta nîvê Tebaxê li Hewlêrê rastî koçberiya bi darê zorê hatibûn û di operasyona hovane ya hêzên Iraqê de bi awayekî hovane hatin kuştin û windakirin bi bîr tînin. Em bi rêz serê xwe li ber bîranînên wan ditewînin û malbat û xizmên qurbaniyan silav dikin."
"Ji Enfala Barzaniyan armanc têkbirina vîna azad a gelê Kurdistanê bû"
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
“Enfala Barzaniyan jî weke hemû tawanên din ên dîrokê, armanca wan şikandina vîna azad a gelê Kurdistanê bû, lê belê bû lekeyeke reş li ser eniya tawanbaran û hêzê da tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê. Bû sedem ku tevgera Kurdistanî bi wêrekî rûbirûyê zulm û dîktatoriyê bibe.
Di vê dema dijwar de dayîkên Barzanî bi fedakarî erkên mezin girtin ser milê xwe. Dayîkên hêja yên hemû Barzanîyan hemû êş, azar û encamên xirab ên Enfalê tehemûl kirin û li ser lingan sekinîn. Zarokên xwe yên sêwî bi serbilindî mezin kirin û nifşek dilsoz û jêhatî afirandin. Ez silav dikim û destên hemû dayik, jin û xwişkên birûmet ên ku di rojên bi êş û azar de radestî dijmin nebûn pîroz dikim."
Banga yekîtiyê ji hemû aliyan re
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî spasiya hemû pêkhateyên civakê kir ku di rojên herî dijwar de ji bo Barzanîyan alîkarî û piştevanî kirine û got: “Ev xizmet û hewlên ji dil nayên jibîrkirin. Bi vê minasebetê em dûbare dikin ku kar û xebatên me yên ji bo naskirina Enfala Barzaniyan û karesatên din ên ku gelê Kurd di asta jenosîdê de jiyane, wê li ser asta navdewletî berdewam be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di dawiya peyama xwe de got: “Em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û silav dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin