Serok Mesûd Barzanî bi Balyoza Norwêcê re civiya

23 June 2021 13:57 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî bi Balyoza Norwêcê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi Balyoza Norwêcê ya li Iraqê re civiya û di civînê de, hin mijar guftûgo kirin.

Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya Serok Barzanî hat belavkirin:

Roja Çarşemê 23.06.2021 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Tone Allers Balyozê Norwêcê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê hate guftûgokirin û ronahî xistin ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê.

Her di vê civînê de, hengavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Iraqê û herwiha yekxistin û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi erênî wesif kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Norwêcê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî rol û bandora Norwêcê ya li yarmetîdana koçberan û karûbarên xêrxwazî û beşdarbûna li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê kir.