Serok Barzanî pêswazî li Balyoza Norwêcê kir: Derfeta çareserkirina kêseyan heye

21 October 2020 18:07 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Balyoza Norwêcê kir: Derfeta çareserkirina kêseyan heye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 21ê Cotmehê li Selahedîn pêşwazî li Balyoza Norwecê ya li Iraqê Tone Allers kir.

Di hevdîtinê de nêrîn û ramanên li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin û Balyoza Norwecê ya li Iraqê hevsozî û nîgeraniya xwe li ser bûyerên êrîşa ser baregeha PDKê ya li Bexdayê ji Serok Barzanî re anî ziman.

Di civînê de tevî nîşandana pêzanîna bo qurbaniyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê terorîstên DAIŞê de, Tone Allers pîrozbahî li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de hate kirin û weke pêngaveke erênî bi nav kir.

Balyoza Norwecê ragihand, welatê wê beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û rola welatê wê di perwerde û rahênana Pêşmerge de hebû û tekezî li daxwaza welatê xwe kir ji bo pêşvebirina hemahengî û peywendiya navbera Norwec û Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî spasiya rola Norwecê kir di Hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê de û pêşwaziya pêşvebirina peywendiyên her du aliyan kir.

Li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê Serok Barzanî eşkere kir ku peywendiyên her du aliyan ber bi erênî ve diçin û derfeta çareserkirina kêşeyan heye.

Hilbijartinên dahatû yên Iraqê û gefên terorê û rewşa ewlehiya Iraqê û bûyera gundê Ferhatiye, mijarên din ên hevdîtinê bûn.