Serok Nêçîrvan Barzanî Boris Johnson pîroz kir

24 July 2019 00:11 0 dîtin
Serok Nêçîrvan Barzanî Boris Johnson pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Brîtanyayê li Boris Johnson kir. Ev meheke ku hilbijartina li Brîtanya dewam dike û di encamê de Johnson bû serokwezîrê Brîtanyayê. Johnson di dema ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bû, seredana Kurdistanê kiribû.

Li gor ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê; serok Barzanî bo hilbijartina Boris Johnson bo serokatiya partiya Muhafazakar ya Brîtanyayê ku di heman demê de dibe serokwezîrê Brîtanyayê, pîrozbahiyê lê kir û di wezîfa wî ya nû de jê rê serkeftinê xwest. Barzanî di pîrozbahiyê de weha got:

“Birêz Boris Johnson, bi sedema hilbijartina cenabê te bo serokatiya Partiya Muhafazakar, bi dil û can we pîroz dikim. Bê guman hilbijartina we û tecrubeya cenabê te ya ku heye, gelek girînge û dê ev bo dahatûya Brîtanyayê fêdeyên gelek mezin bi xwe re bîne. Em weke herêma Kurdistanê gelek serbilindin ku têkiliyên me yên gelek baş bi we re hene. Bi sedema hilbijartina cenanê te bo serokatiya Partiya Muhafazakar û hem bo serokwezîrtiyê, bi serpereştiya cenabê te, dê di navbera her dû aliyan de têkiliyên zahf baş bipêş bikevin. Em di têkoşîna li dijî terorê de, desteka Brîtanyayê bo Iraqê û Kurdistanê gelek girîng dinirxînin.”