Serokê Parlamena Lubnanê: Îsraîl dixwaze me biksîne nav ser, lê em destûrê nadin!

08 April 2024 19:46 0 dîtin
Serokê Parlamena Lubnanê: Îsraîl dixwaze me biksîne nav ser, lê em destûrê nadin!

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebî Berrî got ku Îsraîl bi êrîşan hewl dide Lubnanê bikişîne nava şer, lê ew ê destûrê nedin armanca Îsraîlê pêk were.

Nebî Berrî li ser êrîşên Îsraîlê yên wekî bersiva êrîşên Hizbullaha Lubnanê li nav axa Lubnanê pêk tîne ragihand: “Îsraîl me dikişîne nav şer û em ê destûrê nedin. Em ê bi baldarî tevbigerin û êrîşên Îsraîlê yên di van du rojên dawî de gihîştîye lûtkeyê.”

'Îsraîl dixwaze Lubnanê provoke bike'

Berrî destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên ku bi wêrankirina sîstematîk a bi dehan bajarok û gundan, çi li ser sînorê Filîstînê û çi jî li kûrahiya başûrê Lubnanê, dê nikaribe Lubnanê provake bike

Berrî di axaftina xwe ya bi boneya Cejna Qudsê de axaftinên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah bi bîr xist û got: “Berxwedana Lubnanê ji şer natirse û ji her şerî re amade ye”

Berrî anî ziman ku Nasrallah bersivê dide tehdîda Îsraîlê ya berfirehkirina şer, ev nayê wê wateyê ku ew ê şer dest pê bike wek ku hinek dixwazin bawer bikin.

Berrî herwiha bang kir ku zextê li Îsraîlê bê kirin da ku êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê rawestîne.

Hêjayî gotinê ye, ger agirbest li Xezzeyê pêk were dê başûrê Lubnanê jî bigre nav xwe û dê rê li ber bicihanîna biryara 1701ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê vekirin.