Serokatiya Herêma Kurdistanê kustina Ismail Haniye sermezar kir
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina serokê Hamasê li Tehranê, şermezar kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê weha got:
“Serokê buroya siyasî ya Hamasê İsmail Haniye ku li Tehranê mêvan bû, em kuştina wî şermezar dikin û vê kiryarê bi endîşe dibînin. Eger rewş bêhtir tevlihev bibe wê aştî, îstîqrar û aramiya herêmê tehdîd bike û bibe sedema encamên xerab.”
Haniye, ji bo tevlî merasima sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehreanê bû. Artêşa îranê di 31 Tîrmehê de ber destê sibê ragihand ku êrîşê birine ser ciyê Haniye lê dima û di encamê de hatiye jinavbirin.
Îran û Hamsê ji kuştinê Îraîlê berpirs diger lê rêvebiriya Îsraîlê deng ji xwe dernaxe.
Haniye di 6ê Gulana sala 2017an de ketibû şuna Xalid Meşal ku niha Îran dibêje wê Xalid Meşal bikeve şuna Haniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin