Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê kustina Qasim Suleymanî de daxuyaniyek da
PeyamaKurd- Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina Qasim Suleymanî daxuyaniyek da û ragihand, ew qebûl nakin Iraq bibe qada yekalîkirina rikberiya welatan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyer û êrîşên wê dawiyê yên li Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyoxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û kuştina Fermandarê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê fermandeyê Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî Mihendis û alozî û pêşhatên piştî wan bûyeran de daxuyaniyek belav kir.
‘Serokatiya Herêma Kurdistanê wan pêngavan red dike’
Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokatiya Herêma Kurdistanê wan pêngavan red dike ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiyên welatan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawiyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de General Qasim Suleymanî Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku wan herd kesan di çend salên bihorî de xwediyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bûn."
‘Daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin’
Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serweriya wê bê girtin. Berdewamiya vê aloziyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DAIŞê."
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin