Serokatiya Herêma Kurdistanê kustina Fexrîzade sermezar kir
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade ku 27ê Mijdarê di êrîşeke çekdarî de li nêzîkîTehranê hatibû kuştin daxuyanî da.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Em terorkirina zanayê Îranî Muhsîn Fexrîzade ku di êrîşeke çekdarî de hat terorkirin, şermezar dikin” û sersaxî ji berpirsên Îranê, gelê Îranê û malbata wî re hat xwestin.
Piştî kuştina Fexrîzade berpirsên Îranê Îsraîl bi kuştina wî tohmetbar kiribûn û gefa bersivdanê xwaribûn.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Îsraîlê El Cohen jî herî dawî ragihand ku ti pêwendiya wan bi kuştina Muhsîn Fexrîzade nîne û berpirsiya kuştina wî red kiribû.
Cenazeyê Fexrîzade bi merasîmeke fermî îro 30yê Mijdarê li Tehranê bo axê hat spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin