Serokê Arjantînê: Em ê li hember “terora Hamasê bêdeng nemînin

27 January 2024 18:05 0 dîtin
Serokê Arjantînê: Em ê li hember “terora Hamasê bêdeng nemînin

PeyamaKurd – Serokê Arjantînê Javier Milei soza piştgiriyeke xurt ji bo Îsraîlê da û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de serdana Îsraîlê bike.

Li gor zanyariyan, Milei li Buenos Airesê di çalakîyeke bîranîna Holokostê de axivî û eşkere kir ku Arjantîn wê li hember “terora Hamasê bêdeng nemîne.’’

“Di rojên pêş de ji bo biratiya her du neteweyan, ji bo vekirina rûpeleke nû, ez ê serdana Axa Pîroz bikim.”

Herwiha destnîşan kir, di destê Hamasê de 11 sîvîlên dîlên Arjantînî hene.

Li Buenos Airesê komeke mezin ya Cihûyan heye û Milei berî dest bi seroktiyê bike got, ew plan dike bibe Cihû.