Serokê Çînê û Serokwezîrê Îtalyayê li ser pirsgirêkên Afganistanê axifîn
PeyamaKurd – Serokê Çînê Xi Jinping û Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, bi rêya telefonê li ser pirsgirêkên Afganîstanê axifîn.
Li gor Reutersê da zanîn, Jinping û Draghi di ser Hilcivîna G20 re, ku dê di meha pêş de li Roma li dar keve, bo hevkariya Çîn û Îtalya peyivîne.
Medya fermî ya Çînê, Xinhua destnîşan kir, Jinping dê piştgiriya hewildanên ji bo serketina hilcivînê bike û hêvî dike ku Îtalya dê di pêşdebirina pêwendiyên Çîn û Yekîtiya Ewropa (YE) de roleke aktîf bilîze.
Draghi hewil dide, piştî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya dê di 30yê Îlonê de bi dawî bibe, hilcivîneke demkî ya G20 ya ser Afganîstanê çêke.
Ofîsa Draghi û Xinha, di daxuyaniyên xwe de qala hilcivîneke wisa nekirine, lê Draghi ser wê planê danûstandinên bi rêberên G20 re didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin