Serokwezîrê Iraqê li Riyadê bi Serokê Çînê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di çarçoveya serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, li Riyadê bi Serokê Çînê Xi Cinping re civiya.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Iraqê INAyê di hevdîtina Sûdanî û Cinping de, mijarên pêşxistina pêwendiyên dualî hatine nirxandin.
Sûdanî di hevdîtinê de gotiye, ku Iraq dixwaze sûdeyê ji tecrubeyên Çînê yên di gelek warên binesaziyê de werbigire û diyar kiriye, “Iraq li herêmê yek ji stûna herî girîng e”.
Li aliyê din serokê Çînê jî gotiye ku ew dixwazin di warên curbecur de pêwendiyên xwe ligel Iraqê bipêş bixin û di geşepêdana Iraqê de rol bistînin.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê herwiha li Erebistana Siûdî hejmarek hevdîtinên din ligel berpirsên rêveberiya Riyadê û welatên kendava Erebî re pêk anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin