Serokê dewleta Ekvadorê Guillermo Lasso meclisa netewî fesx kir

17 May 2023 23:40 0 dîtin
Serokê dewleta Ekvadorê Guillermo Lasso meclisa netewî fesx kir

PeyamaKurd – Serokê dewleta Ekvadorê Guillermo Lasso, piştî di derbarê wî de di meclisê de ji bo ezlê daraz dan destpêkirin, meclisa netewî ya welatê xwe fesx kir. Wê li Ekvadorê hilbijartina pêşwext bêkirin. Di meclisa netewî ya Ekvadorê de ji ber pere xistiye zimmeta xwe, do dest bi darizandina Lasso kiribûn.

Piştî fesxa meclisê, wê Lasso dewletê bê parlementer birêve bibe. Lê ji bo hilbijartina serokdewletê û meclisê divê di nava 6 mehan de hilbijartin bibe.

Lasso di axaftina xwe ya ji bo milletê re got ku di meclisê de piraniya wê muxalefetin û dixwazin îstîqrara dewletê û demokrasî di welat de nemîne.