Serokê Esîra Serabî spasiya Serok Barzanî kir
PeyamaKurd - Serokê Eşîra Şerabî ya Ereb Şêx Ebûdî Ezîz El-Nimir, ji bo vegera wan bo gundê Şêxan ê Zumarê, spasiya Serok Barzanî kir û ragihand, bi saya Serok Barzanî wan kariye bi serbilindî vegerin cihê bav û kalên xwe.
Serokê Eşîra Şerabî Şêx Ebûdî Ezîz El-Nimir li Nehiya Zumarê piştî vegerê got, “Em spasiya hewlên Serok Mesûd Barzanî dikin ku piştî çend salan ji koçberiyê, em îro bi serbilindî vegeriyan ser cihê bav û kalên xwe.”
El-Nimir ji K24ê re daye xuyakirin: “Em îro gelekî kêfxweş in. Em spasiya Serok Barzanî, Serokwezîr û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku piştî çend salan vegeriyan herêma xwe.”
Hêjayî gotinê ye, îro 15ê Mijdarê danê sibê 280 malbatên koçber ji kampên Herêma Kurdistanê vegeriyan malên xwe yên li gundê Şêxan ê nehiya Zumar a li parêzgeha Nînowayê ku ji ber êrîşên DAIŞê sala 2014an koçber bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin