Serokê Filîstînê, dê serdana Tirkiyeyê bike
PeyamaKurd- Çavkaniyên dîplomatîk ên qada Tirkiyeyê ragihand ku dê di rojên pêş de Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas, serdana Tirkiyeyê bike.
Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas dê di 24ê Tîrmehê de serdana Tirkiyeyê bike û dê li Enqereyê ligel rayedarên dewletê bicive.
Hat zanîn ku di çarçoveya vê serdanê de hevdîtina Ebas ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî çêbibe.
Serokê Dewleta Filîstînê, herî dawî di Tebaxa 2022yan de serdana Tirkiyeyê kiribû û dabû zanîn ku Tirkiye di her qadê de piştgiriyê dide gelê Filistînê û rêveberiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin