Serokê Filistînê Mehmûd Ebas wê serdana Pekînê bike
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Çînê diyar kir, hefteya bê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas wê serdana Pekînê bike.
Wezareta Derve ya Çînê eşkere kir, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di serdana xwe de wê ligel rayedarên bilind ên Çînê bicive û hejmarek dosyeyên girîng ên dualî gotûbêj bikin.
Herwiha destnîşan kir, biryar e serdana Mehmûd Ebas ji roja 13ê vê mehê heta 16ê vê mehê bidome.
Wezîrê Derve yê Çînê di meha Nîsana borî de bi hevtayê xwe yê Îsraîlî û Filistînî ragihandibû, welatê wî amade ye ku alîkariya danûstandinên aştiyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin