Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicivin

03 February 2020 14:10 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro dicivin

PeyamaKurd -  Îro berî nîvro herdu Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çend mijarên ‎navxwe û derve dicivin.‎

Li gor zanyariyên berdest civîna îro tê lidarxistin û mijarên civînê jî ‎girêdayî hinek mijarên navxwe û derve ne.‎

Li gor yasaya hejmar yek a sala 2005an ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê ‎dikare daxwaza civîna Encûmena Wezîran bike û ew bi xwe jî serpereştiya civînê bike.‎

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed derbarê civîna îro dere ragihand, “civîn dê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve biçe û di civînê de dê tekezî li ser hemahengiya navbera saziyên Herêma Kurdistanê bihê kirin, bi taybet jî di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Rêber Ehmed herwiha got, “mijareke din a civînê gotûbêjkirin û nirxandina rewşa niha ya navçeyê ye, bi taybet jî Iraq ku di rewşeke ne ewle û bê istiqrariyê de ye û paşerojeke nediyar heye, herwiha dê behsa hewlên ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bê kirin.”