Serokê Koma Wagner: Em ê hemû kesên li qada ser bikujin, ti kesî dîl nagirin!
PeyamaKurd – Serokê Hêzên Kirêgirtî yên Wagner ên Rûsî, Yevgeny Prigozhin got ku ew ê Ukrayniyan dîl negirin û hemû kesên li qada şer bikujin.
Prigozhin li ser kanala Telegramê gotiye, ew dê hemû kesên li qada xer tune bikin, hemû ukrayniyên li qada xer bikujin, bêyî ku ti kesî dîl bigirin.
Hat ragihandin ku Prigozhin, piştî belavbûna vîdyoyên ku tê îdiakirin, leşkerên rûsî yên Wagner ên ji aliyê leşkerên Ukraynayê ve têne înfazkirin, ev daxuyanî daye.
Prigozhin, Kîev bi binpêkirina hiqûqa navdewletî tawanbar kiriye û gotiye, “Em ê hemû kesên li qada şer bikujin û carek din kesî dîl negirin.”
Hêjayî gotinê ye, Koma Wagner li bajarê Bahmut ê Ukraynayê di nav şer de ye û ew dever cihê ku şerê herî dijwar rû dide ye. Endamên Koma Wagnerê piranî ji kesên mehkûmên li girtîgehên Rûsyayê pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin