Serokê komîta leskerî yê NATO yê Stuart Peach çû Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokê komîta leşkerî yê NATO yê Stuart Peach çû Ûkraynayê û bi serokerkanê Ûkraynayê Ruslan Homçak re li bajarê Lviv ê gevdîtin kir. Li gor ragihandina artêşa Ûkraynayê; di hevdîtinê de behsa ewlehiya Ûkrayna û ewlehiya herêmê hat kirin.
Di çarçoveya standardên NATO yê de, behsa pêvajoya reforma artêşa Ûkraynayê hat kirin. Peach ragihand ku dê desteka NATO yê bo Ûkraynayê dewam bike.
Homçak jî ragihand ku seredana Peach nîşana girîngdayîna hevkariya stratejîkê û têkiliyên navbera Ûkrayna û NATO yê pêşdetir çûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin