Serokê Kurdistanê Sor Wekîl Mustafayev koça dawî kir

20 April 2019 12:49 0 dîtin
Serokê Kurdistanê Sor Wekîl Mustafayev koça dawî kir

PeyamaKurd - Serokê Komara Kurdistana Sor, Wekîl Mustafayev duhî li Belçîkayê koça dawiyê kir.

Niştimanperwerê Kurd, Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê, û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev ê ku di sala 1992yan de xweserî ragihandibû, duh li Belçîkayê koça dawiyê kir.

Nivîskar û Rojnameger Hejarê Şamil li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku niştîmanperwerê Kurdistanê, welatparêzê bêhmpa Wekîl Mustafayev koça dawiyê kiriye:

” Îro 19 nîsana 2019ê salê welatparêzê Kurdistanê, niştimanperverê bêhempa Wekil Mustafayev ji me xatir xwest çû. Hişk bû, bi prensip bû, şaşnebar bû, tu cara ji nêrîna xwe pêve berneda.”

Wekîl Mustafayev herî dawî li Îtalyayê dima.

WEKÎL MUSTAFAYEV KÎ YE?

Wekîl Mustafayev di 1938an de li Semerkanta Ozbekistanê hatiye dinyayê.  Mustafayev ji Kurdên Celalî ye 17 saliya xwe de beşdarî Artêşa Rûsyayê bû. Perwerdehiya bijişkî dît lê bijişkî nekir. Di navbera salên 1955-1963yan de di Artêşa Rûsyayê de cih  girt. Di sala 1967an de ji fakulteya hiqûqê derçû. Di sala 1992yan de Kurdistana Sor ragihand lê heman salê rêveberiya wê belav bû.

KURDISTANA SOR KÛ DE RE?

Kurdistana Sor (Kurdistan Uyezdi) di navbera salên 1923-1929an de bi navê ‘Qezaya Kurdistanê’ xwediyê statuyeke nîv-xweser bû û piştî salên 1930yî bû çar bajarên bi navê Laçin, Kubatli, Kelbecer û Zengilan. Paşê statuya xweser a Kurdistana Sor ji holê hat rakirin û di sala 1992yan de car din bi tevger bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê, di sala 1992yan de damezirandina Kurdistana Sor ragihand lê di heman salê rêveberî belav bû.

Kurdistana Sor a ku ji destê kurdan hatiye stendin, bûye sedema şer di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de.

Wekîl Mustafayev di wê baweriyê de bû, heta ku Kurdistan ava nebe, ne ermenî û ne jî azerî dikarin wê xakê rizgar bikin. Çareya wê tune. Ji ber ku li ser xaka kurdan şer derdixin.