Serokê Kurdistanê bo koça Derwês ê Sado peyamekî belav kir
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Derwêş ê Sado peyama sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“ Bi minasebeta wefata Derwêş ê Sado:
Bi koça dawiyê ya Derwêşê Sedo me dost, heval û têkoşerekê Kurd ji dest da. Sersaxiyê li familye û kesûkarên xwedêjêrazî Derwêş ê Sado û endamên PDK a Tirkiyê û hemî têkoşer û niştimanperwerên bakur dikim û xwe wekî şirîkî xema wan dibînim. Hêviyê ji Xwedayê mezin dikim ku ruhê xwedêjêrazî bi beheşta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide hemî aliyan.”
Serok Mesûd Barzanî di derheqê şexsê Derwêş ê Sado de jî got wî hem di salên 60 ê yên sedsala borî de, piştgiriya Şoreşa Îlonê kiriye û hem di Şoreşa Gulanê de kedeka wefadar hebû heta wê dereceyê ku jiyana xwe xist xeterê û lewra bûye xudanê “Xelata Barzanî” yê nemir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin