Siyasetmedarê Kurd Derwêsê Sado koça dawî kir

02 October 2020 19:15 0 dîtin
Siyasetmedarê Kurd Derwêsê Sado koça dawî kir

PeyamaKurd – Siyasetmedarê naskirî Derwêşê Sado ku yek ji damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û yekem kesê xwediyê Xelata Barzaniyê Nemir e li Bakurê Kurdistanê, îro 2yê Cotmehê li bajarê Batmanê koça dawî kir.

Testa koronayê ya siyasetmedarê Kurd ê naskirî Derwêşê Sado, 12ê Îlona 2020an pozîtîf derketibû û piştre bi giranbûna rewşa tenduristiya wî re li nexweşxaneyê hatibû razandin.

Derwêşê Sado ev zêdetirî du hefteyan bû li nexweşxaneyeke Batmanê dihat tedawîkirin ku çend rojên dawî rewşa tenduristiya wî zêde giran bûbû û îro 2yê Cotmehê jî di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Serboriya siyasî ya Derwêşê Sado:

Derwêşê Sado (Derviş Akgul) ku ji navçeya Misircê (Kurtalan) e, ji sala 1975an ve li Bakurê Kurdistanê yek ji dilsozê PDKê û bizava netewî ya Mele Mistefa Barzaniyê nemir e.

Derwêşê Sado yek ji kesayetên herî baş bi doza Barzaniyê Nemir têgihîştibû û heta wefata Mele Mistefa Barzaniyê Nemir jî têkiliyên wî yên xurt bi Başûrê Kurdistanê re hebûn.

Sado hevnasê kesayetên Kurd ên wekî Celadet Alî Bedirxan bû û ji xeta serxwebûnê ti carî paşde gav neavêtibû.

Derwêşê Sado dema sala 2010an di kongreya 13emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, ji destê Serok Mesûd Barzanî Xelata Barzaniyê Nemir wergirt û piştî wergirtina xelatê gotibû:

 “Ji 28ê Gulana 1975an ve di nav refên PDKê de me. Ji wê rojê ve min qet cihê xwe neguhert. Min wê heyamê mazûbanî li gelek serkirdeyên partiyê kir. Niha ev xelata mezin diyarî min kirin. Heta sax bim ezê vê xelatê li cem xwe bihêlim.”