Serokê muxalefeta Sûriyê: “Em temamê mafên Kurdan destek dikin”
PeyamaKurd – Serokê Koalîsyona Muxalif û Hêzên Şoreşger yên Netewî yên Sûriyê Nasir Harîrî got ku mafê Kurdaye bi zimanê xwe perwerda xwe bikin. Serokê konseyê Harîrî bi heyeta xwe ve li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi ENKS ê re civînekî pêkanî.
Nasir Harîrî li Hewlêrê civîneka çapemeniyê lidar xist û got:
“Em ê sibê bi serok Mesûd Barzanî re bicivin û li ser herêmên xweser û Sûriyê biaxifin.”
Li ser mijara perwerda zimanê Kurdî, Harîrî ragihand ku li dijî Kurdî ti beyanekî wî nîne û perwerda bi zimanê Kurdî mafê Kurda ye. Harîrî weha got:
“Ez weka herkesî li ser medya civakî şiroveyan nakim. Medya civakî bo tevger, têkilî û ragihandina ramanan gelek girînge. Weka îdîayên tên kirin aliyên wê yên neyînî jî heye. Bi birayên Kurd re têkiliyên me yên xurt û hevkariya me heye. Birayên me yên Kurd perçeyekî ji Sûriyê ne. Em bi hevre jiyan, em bi hevre xebitîn û me bi hevre xwîna xwe rêt. Ji ber wê, perwerda zimanê Kurdî di nav de em temamê mafên Kurdan destek dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin