Serokê Parlamentoya Tirkiyê serdana HEDEPê kir: ‘Serkeftin xwest!’

07 December 2023 20:22 0 dîtin
Serokê Parlamentoya Tirkiyê serdana HEDEPê kir: ‘Serkeftin xwest!’

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Cîgirê Serokê AK Partiyê yê berê Numan Kurtulmuş, îro 7ê Kanûnê serdana Koma HEDEPê ya Parlamentoyê kir.

Kurtulmuş ji aliyê Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan ve hate pêşwazîkirin.

Piştî serdanê Bakirhan ragihand, “Kongreya me çêbûbû. Serkeftin ji me re xwest. Hevdîtineke baş û berhemdar bû.”

Herwiha Bakirhan ji bo serdanê spasiya Numan Kurtulmuş kir û got, “Wekî ku ew bi xwe jî dibêjin, em di serdema bê ya parlamentoyê de, daxwaza proseyeke xweşbînî û diyalogê dikin.”