Serokê nû yê Parlamentoya Tirkiyê hate hilbijartin
PeyamaKurd - Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yên Parlamentoya Tirkiyeyê, îro 7ê Hezîranê Parlamentoya Tirkiye ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê civiya.
Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê Stenbolê Numan Kurtulmuş di dengdana li parlamentoyê de wekî Serokê nû yê Parlamentoya Tirkiyê hate hilbijartin.
Numan Kurtulmuş di gera sêyem a hilbijartina Serokê Parlamentoyê de bi 321 dengan wek namzedê AK Partî û Tifaqa Cumhur hate hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin